Goranê lêborîn ji dengderên xwe xwest

11-10-2021
RÛDAW
Nîşan Tevgera Goranê Hilbijartinên Iraqê Kurd Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Goranê li ser encamên hilbijartina parlamentoya Iraqê ragihand ku ti berbijêrekî wan bi ser neketiye û bi vê sedemê daxwaza lêborînê ji dengderên xwe kir.

Xaneya Raperandinê ya Tevgera Goranê derbarê encamê hilbijartinê û kêmbûna dengên partiyê, daxuyaniyek belav kir.

Tevgera Goranê di daxuyaniyê de îtîraf bi wê dike, “xeletî û kêmasî yên me ne ku tevî şert û mercan, me nekarî baweriya xelkê bidest bixin.”

Xaneya Raperandinê ya Tevgera Goranê dibêje, “Em bi zelalî dibêjin, pêwîstî bi guhertin û pêdeçûneke bingehîn a tevgerê û siyaseta wê heye, ji ber ku dengderên me helwest wergirtin û piraniya wan hilbijartin boykot kirin, weke piraniya welatiyan ku heman tişt kirin.”

Tevgera Goranê di wê daxuyaniyê de berpirsyariya vê “rastiya tehl” li xwe digire û dibêje, “Em dê di nêziktirîn dem de guhertinên bingehîn bikin.”

Ev daxuyaniya Goranê di demekê de ye ku li gor encamên destpêkê yên hilbijartina parlamentoya Iraqê, ti berbijêrekî Tevgera Goranê dengên pêwîst bidest nexistine û biser neketiye.

Tevgera Goranê li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di bin navê `Hevpeymaniya Kurdistan` de beşdarî hilbijartinê bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst