PDK: Me li Kerkûkê 2 kursî misoger kirine

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûk-Germiyanê ragihand, li sînorê Kerkûkê PDKê du kursiyên parlamentoya Iraqê misoger kirine.

Kemal Kerkûkî, Serokê Encûmena Serkirdatiya li Kerkûk-Germiyanê ji Rûdawê re ragihand, li gor encamên destpêkê, Şaxewan Ebdulla berbijêrê PDKê li Bazneya 1 a Kerkûkê, piraniya dengan bidest xistiye û Necwe Hemîd berbijêra PDKê li Bazneya 2 a Kerkûkê jî, pileya duyem a zêdetirîn rêjeya dengan bidest xistiye.

Di xûla sêyem a parlamentoya Iraqê de, PDK li Kerkûkê 2 kursî di parlamentoyê de hebûn lê belê di xûla çarem a parlamentoyê de ji ber bûyerên Cotmeha 2017an, PDKê proseya hilbijartinê li Kerkûkê boykot kir û ti kursiyên wê li vê parêzgehê nebûn.

Kemal Kerkûkî derbarê vê rewşê de got: “Ya di xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an de qewimî, sepandina hêzê bû, lewra PDKê ev yek qebûl nekir.”

Li gor encamên destpêkê yên nefermî, li Bazneya 1 a Kerkûkê berbijêrê PDKê Şaxewan Ebdulla rêjeya herî zêde ya dengan bidest xistiye û Dîlan Xefûr jî li heman bazneyê, di pileya duyem de ye. Herwiha ji lîsteya Hevpeymaniya Kurdistan, ku ji YNK û Tevgera Goran pêk tê, Sidîq Omer û Mueyed Xazî biserketine.

Her li Bazneya 1 a Kerkûkê, kursiya çarem a Hevpeymaniya Kurdistanê di navbera berbijêrekî vê lîsteyê û berbijêrekî Ereb de hêj yekalî nebûye û ji bo diyarbûna berbijêrê serkevtî, li benda encamên dengdana taybet li vê bazneyê ne.

Li aliyekî din, li Bazneya 2 a Kerkûkê berbijêrekî YNKê û Tirkmen rikeberiyê li ser bidesxistina kursiya duyem a parêzgehê dikin. Li vê bazneyê, Erşed Salihî berbijêrê Cebheya Tirkmenî zêdetir ji 14 hezar deng anîne û di pileya yekem de ye.

Parêzgeha Kerkûkê ji 3 bazneyên hilbijartinê pêk hatiye, li tevahiya bazneyan 1 milyon û 11 hezar û 928 kesan mafên wan ê dengdanê hebû, herwiha 12 kursiyên Kerkûkê di parlamentoya Iraqê de ne, ku 3 ji wan kursiyan taybet bi kotaya jinan e.

Ev encamên tên ragihandin, encamên destpêkê û nefermî ne û dibe guhertin di encaman de çê bibe.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê êvara duh Yekşemî 10ê Cotmeha 2021an ragihand, di 24 demjimêrên bê de dê encamên destpêkê yên fermî yên hilbijartinan aşkere bike.