Li Diyale berbijêreke Kurd bi ser ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihandinê berbijêrêka Kurd a jin li bazneya xwe ya hilbijartinê de dengên herî zêde bidest xist û di kotaya jinan de bo parlamentoya Iraqê bi ser ket.

Li parêzgeha Diyale ku ji bo parlamentoya Iraqê 14 kursî hene, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Hevpeymaniya Kurdistanê (Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Tevgera Goran) Partiya Sosyalîst bo parlamnetoya Iraqê berbijêran danîbûn. Herwiha hejmarek berbijêrên Kurd ên din xwe di lîsteyên fraksiyonên Ereban da wek berbijêr nîşan dabûn. Lêbelê tenê berbijêra Kurd a jin Sozan Husên Mensûr di lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê de wek berbijêra YNK hat hilbijartin.

Li parêzgeha Diyale li bazneya carem ji navîeyên Xaneqîn, Celewla, Qeretepe, Seediyeyê pêk tê, di nav berbijêrên Kurd de tenê Sozan Husên Mensûr bi dengekî zêde bi ser ket.

Berbijêra Hevpeymaniya Kurdistanê Sozan Husên Mensûr ji Rûdawê re axivî û got “Li vê bazneyê çend berbijêrên Kurd ku Xaneqînî rikberiya me dikirin, spas ji bo xwedê min dikaribû kursiyeke Kurd bidest bixim û heta niha bi fermî wekî ku komîsyonê ragihandiye min 17 hezar û 303 dengan bi dest xist û ev jî hejmareke zêde ye.”