Li Kerkûkê Kurdan 6 kursî misoger kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor amarên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, 6 berbijêrên Kurd biser ketine ku çar ji wan li bazneya yek û du ji wan li bazneya du ne.

Li gor amarên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê partiyên Kurd li Kerkûkê 6 kursî bidest xistine. Li gor vê yekê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistna 3, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 2 û Nifşê Nû 1 kursî bidest xistine.

Li encamên dawîn li bazneya yekem a parêzgeha Kerkûkê berbijêrê PDKê Şaxewan Ebdulla dengên herî zêde bidest xistiye. Dîlan Xefûr jî li heman bazneyê rêza duyem bidestzistiye. Herwiha di lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê de Sidiq Umer û Mueyed Xazî bo parlmanetoyê dengên pêwîst bidest xistine.

Kerkûk 13 parlamenter dişîne parlamentoyê û kursiyek ji bo kotaya Krîstiyanan hate veqeatndin.

Li bazneyê duyemîn a Kerkûkê berbijêrê Tirkmen Erşad Salihî di rêza yekem de cih digre.

Li parêzgeha Kerkûkê mafê milyonek û 11 hezar û 928 kesan ên dengdanê heye û rêjeya beşdariyê ji sedî 30yan derbas nekir.

Her li gor amaran, ew berbijêrên Kurd ku biser ketine, 3 yên Hevpeymaniya Kurdistan, 2 yên PDK û 1 jî yê Nifşê Nû ye.

Dengên berbijêran bi vî rengî ne;

Li bazneya yekem a Kerkûkê

Şaxewan Ebdullah - PDK: 31548 deng

Umêd Mihemed - Nifşê Nû: 19489 deng

Dîlan Xefûr - Hevpeymaniya Kurdistan: 18173 deng

Sebah Hebîb - Hevpeymaniya Kurdistan: 13243 deng

Muheymen Eelî husên, Servbixwe: 12407 deng

Bazneya du ya Kerkûkê:

Erşed Reşad Salihî - Bereya Tirkmenî: 19583

Geylan Qadir - Hevpeymaniya Kurdistan: 11232

Necwa Hemîd - PDK: 10018

Sewsen Ebdulwahîd, Eniya Yekîtiya Tirkmenî  ya: 6542 deng

Bazneya sêyem a Kerkûkê

Mihemed Elî, Partî Teqedûm: 20047 deng

Rakan Cibûrî, Hevpeyaniya Erebî: 12890 deng

3. Muna Mihemed, Hevpeymaniya Eqdî ya Niştmanî: 8720 deng