Hewlêr (Rûdaw) – Li gor amarên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, 6 berbijêrên Kurd biser ketine ku çar ji wan li bazneya yek û du ji wan li bazneya du ne.
Li gor amarên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê partiyên Kurd li Kerkûkê 6 kursî bidest xistine. Li gor vê yekê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistna 3, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 2 û Nifşê Nû 1 kursî bidest xistine.
Li encamên dawîn li bazneya yekem a parêzgeha Kerkûkê berbijêrê PDKê Şaxewan Ebdulla dengên herî zêde bidest xistiye. Dîlan Xefûr jî li heman bazneyê rêza duyem bidestzistiye. Herwiha di lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê de Sidiq Umer û Mueyed Xazî bo parlmanetoyê dengên pêwîst bidest xistine.
Kerkûk 13 parlamenter dişîne parlamentoyê û kursiyek ji bo kotaya Krîstiyanan hate veqeatndin.
Li bazneyê duyemîn a Kerkûkê berbijêrê Tirkmen Erşad Salihî di rêza yekem de cih digre.
Li parêzgeha Kerkûkê mafê milyonek û 11 hezar û 928 kesan ên dengdanê heye û rêjeya beşdariyê ji sedî 30yan derbas nekir.
Her li gor amaran, ew berbijêrên Kurd ku biser ketine, 3 yên Hevpeymaniya Kurdistan, 2 yên PDK û 1 jî yê Nifşê Nû ye.
Dengên berbijêran bi vî rengî ne;
Li bazneya yekem a Kerkûkê
Şaxewan Ebdullah - PDK: 31548 deng
Umêd Mihemed - Nifşê Nû: 19489 deng
Dîlan Xefûr - Hevpeymaniya Kurdistan: 18173 deng
Sebah Hebîb - Hevpeymaniya Kurdistan: 13243 deng
Muheymen Eelî husên, Servbixwe: 12407 deng
Bazneya du ya Kerkûkê:
Erşed Reşad Salihî - Bereya Tirkmenî: 19583
Geylan Qadir - Hevpeymaniya Kurdistan: 11232
Necwa Hemîd - PDK: 10018
Sewsen Ebdulwahîd, Eniya Yekîtiya Tirkmenî ya: 6542 deng
Bazneya sêyem a Kerkûkê
Mihemed Elî, Partî Teqedûm: 20047 deng
Rakan Cibûrî, Hevpeyaniya Erebî: 12890 deng
3. Muna Mihemed, Hevpeymaniya Eqdî ya Niştmanî: 8720 deng
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse