Li Kerkûkê Kurdan 4 kursî misoger kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên ne fermî partiyên Kurd li Kerkûkê 4 kursî bidest xistine. Li gor vê yekê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistna 3-4, Nifşê Nû 1 kursî bidest xistine. Herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê jî 1 kursî misoger kiriye.

Li encamên dawîn li bazneya yekem a parêzgeha Kerkûkê berbijêrê PDKê Şaxewan Ebdulla dengên herî zêde bidest xistiye. Dîlan Xefûr jî li heman bazneyê rêza duyem bidestzistiye. Herwiha di lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê de Sidiq Umer û Mueyed Xazî bo parlmanetoyê dengên pêwîst bidest xistine.

Kerkûk 12 parlamenter dişîne parlamentoyê

Berbijêrê Nifşê Nû yê bazneyê 3 a Kerkûkê Umed Mihemmed ji Rûdawê re axivî û got ku wî dengekî zêde bidest xistiye û bi ser ketiye.

Li bazneyê duyemîn a Kerkûkê berbijêrê Tirkmen Erşad Salihî di rêza yekem de cih digre. Li bazneyê berbijêra jin a PDKê Newce Hemîd û berbijêra jin a Tirkmen rikberiyê dikin.

Li parêzgeha Kerkûkê mafê milyonek û 11 hezar û 928 kesan ên dengdanê heye û rêjeya beşdariyê ji sedî 30yan derbas nekir.