KCK: Rêkevtina Şingalê nayê qebûlkirin

11-10-2020
Nîşan KCK Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê rêkeftina navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê birêvebirina navçeya Şingalê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku “Şert e pêvajoya hevdîtin û biryardanê ya bi beşdariya rêveberiya Xweser, bê meşandin. Helwestên li derveyî vê yekê, metirsîdar in, nayên qebûlkirin.”

KCK derbarê rêkevtina navbera Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li ser Şingalê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Hûrgilî û aliyên peymanê bi berfirehî hêj nehatine eşkerekirin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku haya wan ji vê lihevkirinê nîne, li derveyî îradeya wan biryar hatiye stendin û di hevdîtin û lihevkirinê de cih ji wan re nehatiye dayin. Îradeya xwe ragihandin ku wê biryareke ku Rêveberiya Xweser a Şengalê û gel di nav de nîne qebûl nekin.”

KCK îdia dike ku “Civaka Êzidî, Partiyên Êzidî, bi dehan parlamenterên Iraqî û eşîran bi daxuyaniyan piştgirî dan vê daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şingalê” lewma em piştgiriyê didin daxuyaniyên “rêveberiya Xweser”.

Di beşeke din a daxuyaniyê de KCK dibêje: “Nayê qebûlkirin ku zarokên Şingalê yên Şengal rizgar kirine weke li derveyî qanûnan û hêza divê bê derxistin pênase bikin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şingalê rewa ye û fermî ye. Peyman û hevdîtina ku Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şingalê û gelê Şingalê di nav de nîne, tê wateya nenaskirina îradeya civaka me ya Kurdên Êzidî ya li Şengalê. Felaketeke hîn mezintir e ku ev yek di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de tê kirin. Hevdîtin û peymanên ku li pişt deriyan, bi dîplomasiyeke veşartî bi şêweyê 'min kir û bû', tê wê wateyê ku dema bê wê ferman û komkujî li ser civaka me ya Êzidî dewam bikin.”

KCK herwiha dibêje: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî û mekanîzmayên navneteweyî dikin ku li hemberî van helwestên şaş ên ku li ser jiyan û paşeroja civaka me ya Êzidî metirsîdar in, helwestê nîşan bide.”

Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê doh Şemiyê naveroka rêkeftina navbera xwe li ser bajarokê Şingalê belav kirin. Li gor rêkeftinê, qeymeqamekî nû bo Şingalê tê hilbijartin, asayîşa bajarokê Şingalê tenê erkê polîsên xwecihî, Saziya Asayîşa Niştimanî û Îstîxbaratî dibe, bi hevahengiya ligel saziyên emnî yên Herêma Kurdistanê, divê dawî li hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hemû paşmayên wê li Şingalê bê anîn.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an du îdare li Şingalê çêbûn û çend hêz li deverê serdest in, wek Heşda Şabî, hêzên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), artêşa Iraqê û polîsên federalî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst