PKK: Fermandarê me Egîd Civyan jiyana xwe ji dest da

11-10-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan PKK Egîd Civyan Herêma Botan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – PKKê îro aşkere kir, ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan ku demekê li Şingalê jî bû, tevî du gerîlayên din, roja 11ê Îlonê di êrîşeke Tirkiyê de li herêma Botanê jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariya Biryargerha Navenda Parastina (NPG) ragihand, ku Endamê Konseya Fermandariyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) û Fermandarê Herêma Botanê, Egîd Civyan tevî gerîla Hebûn û Canfeda di êrişeke artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Egîd Civyan bi navê xwe yê resen Vahdettîn Karay xelkê navçeya Gever a parêzgeha Colermêrgê bû û di dema êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê de, tevî hejmarek hêzên PKKê çûbû Şingalê û bo dema çend salan li Çiyayê Şingalê mabû.

Di daxuyaniya NPGê de tê gotin, “11ê Îlonê li qada Masîro ya navçeya Şaxê ya Wanê, di şerekî dijî hêzên dagirker mêtinger ên Tirk de fermandarê hêzên ku Li Şengalê li dijî fermana li ser civaka me ya Êzidî têkoşiyan, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê me yê Herêma Botanê hevrê Egîd Civyan (Vahdettîn Karay) û hevrêyên me Canfeda Goyî (Tekîn Yildirim) û Hebûn Girêspî (Xelîl Kavûs) şehîd bûn.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di 28ê Îlonê de ragihandibû, roja 11ê Îlonê di operasyoneke hêzên ewlekariyê yên wî welatî de ku li navçeya Şaxê ya Wanê hatibû lidarxistin, berprisekî PKKê yê bi navê Egîd Civyan hatiye kuştin, lê belê PKKê ew yek piştrast nekiribû.

PKK dibêje, gerîlayên wan bi fermandariya Egîd Civyan roja 11ê Îlonê li herêma Botanê çalakiyek li dijî hêzên Tirkiyê pêk anîne û di encama vê çalakiyê de “tevî 5 rayedarên payebilind ên li navenda fermandarî-kontrolê ya hêzên mêtinger ên Tirk zêdeyî 10 dagirkerên mêtinger-qirker” hatin kuştin.

Lê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya 28ê Îlonê de dibêje, di êrîşa PKKê de 3 efserên wî welatî yên ser bi hêzên Cendirme ve yên bi navê Mahmut Top, Yusuf Uyar Sezer Uçar hatine kuştin.

Tirkiye ji sala 2015an ve ku pêvajoya aştiyê ya di navbera hikûmeta wî welatî û PKKê de têk çû, êrîşên xwe li ser PKKê hem li navxwe û hem jî li derveyî sînorê Tirkiyê zêde kirine.

Ji roja 13ê Tîrmeha îsal ve rêzeoperasyonên Birûsk (bi tirkî Yildirim) li hundirê Tirkiyê li dijî PKKê hatine destpêkirin.

Herwiha ji 15 û 17ê Hezîrana îsal ve li nav axa Başûrê Kurdistanê, Tirkiyê du operasyonên esmanî û bejayî bi navên Çengê Baz û Çengê Piling destpê kiriye, ku heta niha jî berdewam in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst