HDPê Osman Sebrî bi bîr anî

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya salvegera koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê kurd Osman Sebrî peyamek belav kir û tê de ragihand ku “li sirgûniyê dilê wî ji bo welat û miletê wî lê dida.”

HDPê bi boneya boneya 27mîn salvegera Osman Sebrî peyamek a bîranînê belav kir.

Di peyama xe HDP dibêje: “Osman Sebrî stûneke xebatên Kurdî û rewşenbîriyê bû. Li sirgûniyê dilê wî ji bo welat û miletê wî lê dida. Di 27'emîn salvegera koça wî ya dawî de, em wî bi rêzdarî û şanazî bi bîr tînin. Ruhê wî şad be.”

Osman Sebrî kî ye?

Osman Sebrî 5ê kanûna1905, li gundê Narincê yê Kolika Semsûr a Bakurê Kurdistanê ji dayî bûye û yek ji helbestvanên mezin ên kurd bû. Ew yek ji helbestvan nivîskarên Ekola Hawarê bû. Osman Osman ji serokên êla Mêrdêsî bû. Ji xêncî helbestvanî û nivîskariyê, ew pardarî xebata rizgarîxwaza gelê xwe jî bûye.

Piştî Serhildana Şêx Seîd, Osman Sebrî jî ligel herdu apên xwe Şukrî û Nûrî li sala 1926ê hatiye girtin. Osman du salan di zindana Denisliyê de maye û piştî efûyeka giştî, li sala 1928ê hatiye berdan.

Osman Sebî 24ê Çileya  1929ê de direve Sûriyeyê, bi maweya du salan wekî endamê Partiya Xoybûnê xebat dike û di kovara Hawarê de li ser mijarên cihêreng dest bi nivîsandinê dike. Gelek helbestên wî hatine çap kirin.

Sala 1957ê Apê Osman ligel hin welatparêzên Kurd, di xebata damezirandina Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê de cih digire û wekî sekreterê partiyê tê hilbijartin.

Osman Sebrî 1993ê koça dawî dike û li gundê Berkevirê, li binxetê tê veşartin.