Dayik, bav û kur di nevbera 10 rojan de bi koronayê mirin

11-10-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Silêmaniyê di navbera 10 rojan de ji heman malbatê dayika bi navê Qedemxêr Reşîd, bavê bi navê Latîf Ezîz û kurê bi navê Koçer Latîf bi koronayê ya cureya nû (Covid-19) canê xwe ji dest dan.

Newa Latîf kurê wê dayîk û bavê bi koronayê miriye bi behntengî behsa heyama tûşbûna û mirina dayik, bav û birayê xwe dike û dibêje: “Hêvî dikim ew nexweşiya em bi ketine kes bi nekeve.”

Latîf got: “Bavê min sala 1945ê ji dayîk bûye û ti nexweşiyên wî nebûn. Heta ku wî gelek xwe ji vîrusê diparêzî. Dayîka min jî sala 1949 hate dinê û tenê biçek nexweşiya wê ya zext hebû. Herwiha birayê min jî di sala 1974an de ji dayîk bibû û ti nexweşiyên wî jî nebûn.”

Bav û dayîk di navbera 6 saetan de mirin

Newa Latîf behsa tûşbûna dayîk û bavê xwe bi koronê kir û got: “Bavê min gelek xwe ji koronayê diparat û berdewam pabendî rênimayiyên tendirustiyê yên taybet bo koronayê dibû, herwiha dema bi koronayê ket jî rewşa wî gelek baş bû, lê piştre hêdî hêdî nîşaneyên dijwar pê re derketin. Bo heyama du hefteyan li malê di kerentînê de ma. Piştî rewşa wî baş nebû me bo nexweşxaneyê veguhest û sibehiya 30ê îlona 2020an canê xwe ji dest da. Di heman rojê  piştî nîvro saet 16:00 dayîka min jî bi koronayê mir.”

Koçer Latîf 20 salan li Ewropayê ma

Bi gotina Newa Latîf birayê ew 20 sal bûn li Ewropayê dijiya, lê di destpêka îsal vegerya Herêma Kurdistanê û ji me re digot ku ew ne ji ber koronayê hatiye.

Latîf got: “Birayê min Koçer tenê 10 roj piştî mirina bav û dayîka me wî jî ji ber koronayê koça dawî kir. Jib o me karesat bû.”

Piştî mirina bav, dayik û biraya xwe Newa Latîf dibêje ew dê êdî wê êşê ji bîr neke û daxwazê ji xelkê dike: “Ez hêvî dikim ku her kes xwe ji koronayê biparêzin û pabendê tedbîrên bo xweparastina ji koronayên bibin daku ew karesta di ser me de hatiye ew jî tûş nebin. Bila hemû kes xwe û kesûkarên xwe ji vê nexweşiyê biparêzin.

Ji destpêkê ve heta niha li Herêma Kurdistanê 55,745 kes bi vîrusa Coronayê ketine û û 1,992 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê belav kirî di 24 demjimêrên borî de 589 kesên din bi vîrusa COVID-19 ketine û 24 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Kürdistan Bölgesi’nde son 24 saatte 24 kişi daha Covid-19 nedeniyle yaşamını yitirdi, 589 yeni vaka saptandı.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst