635 gundparêz ji kar hatin dûrxistin

Navenda Nûçeyan - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku635 gundparêz ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

 

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dûrxistina ji kar a 635 gundparêzan di daxuyaniyekê nivîskî ragihand.


Ew gundparêz bi hinceta ku bi “rêxistinên terorê” re têkildar in ji wezîfeyê hatin dûrxistin.


Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyş 635 gundparêz bi hinceta têkilî, pêgirî, û endamtiya wan bi kom û “rêxistinên terorê” yên dijî “ewlehiya neteweyî ya dewleta Tirkiyê” hewl didin re heye, ji kar hatine dûrxistin.