Li Qamişloyê ji bo bîranîna Osman Sebrî çalakiyek hat sazkirin

11-10-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Qamişlo Osman Sebrî Bîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Qamişloyê ji bo bîranîn û rêzgirtina li xebatên Osman Sebrî çalakiyek hat lidarxistin.

 

Apo, Apê Osman, Bavê Hoşeng, Osman Sebrî, ev hemû navê wî peyayê netirs bûn, peyayê rojên giran, bi cesaret ku tu carî di pirsa Kurd û serxwebûna Kurdistanê de gavek jî paş ve navêt, ew yek ji wan kesên destpêkê bû ku alfabeya Kurdî jî bi tîpên latînî nivîsandibû.

 

Osman Sebrî ji bakurê Kurdistanê, ji gundekî Semsûrê bû, ew di zaroktiya xwe de, piştî wefata bavê xwe dibe serokê eşîreta Mêrdêsiyan.

 

Osman Sebrî, cara yekemîn di sala 1926 de, piştî serhildana Şêx Seîd, ligel 2 apên xwe li Amedê tê girtin, apên wî îdam dikin, piştre di sala 1928 de di efûyeke giştî de tê berdan. Sala 1929 dîsa tê girtin. Piştî ku wî berdidin, ew derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Di nava Komela Xoybûn de cih digire, di kovara Hawar de dinivisîne û li Rojavayê Kurdistanê pêwendiya wî bi ronakbîr û siyasetmedarên Kurd re çêdibe.

 

Di sal sala 1957ê de li Helebê l igel 6 kesan yekemîn partiya Kurdî ava dikin û dibe sekreterê partiyê.

 

Osman Sebrî roja 11 meha 10 1993ê li Şamê di 88 saliya xwe de wefat dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst