Komele pêşniyarekê dide partiyên din ên Rojhelatê Kurdistanê

11-10-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Komele Kurdistan Komeleya Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîsta Îranê Rojhilat Referandum Serxwebûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Komeleya Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîsta Îranê Îbrahîm Elî Zade bangî aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dike ku ji bo rê li ber planên Îranê yên li hemberî kurdan bigirin dest bi çalakiyan bikin.

 

Sekreterê Komeleya Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîsta Îranê Îbrahîm Elî Zade ji Rûdawê re diyar kir ku planên Komara Îslamiya Îranê li hemberî kurdan heye û taybet li hemberî deskeftên Başûrê Kurdistanê.

 

Derbarê giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê de Îbrahîm Elî Zade ragihand ku piştî birêveçûna giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê, Komara Îslamiya Îranê ji bo jinavbirina destkeftên Başûrê Kurdistanê mijûlî amadekariyan e, û dixwaze gefên xwe cîbicî bike.

 

Îbrahîm Elî Zade daxwazê dike ku ji bo pûçkirina pilanên Îranê, divê aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi hev re alîkariyê bikin û xwepêşandan û girevan li Rojhilatê Kurdistanê rêk bixin.

 

Sekreterê Komeleya Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîsta Îranê Îbrahîm Elî Zade ku bi rêya Rûdaw pêşiniyara xwe ragihand, dibêje eger pêşniyara wan were pesendkirin, dikare bibe bingehek ji bo hevkarî û yekrêziya aliyên Rojhilatê Kurdistanê di siberojê de.

 

Ji aliyê din ve îro 11ê Cotmehê Parlamentoya Îranê bi amadebûna Wezîrê Derve Cewad Zerîf dest bi civînê kiriye. Di rûniştina îro de dê rewşa Herêma Kurdistanê ya piştî referandûma serxwebûnê, helwesta Îranê di rojevê de ye.

 

Mijara referandûma Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlonê ev mijar rojeva serke ya siyaseta derve ya Îranê ye. Îranê piştî referandûmê helwesteke tund li hember Herêma Kurdistanê girt û esmanên xwe ji geştên esmanî yên Kurdistanê re girt.

 

Weke tê zanîn car carnan nûnerên her du aliyên demokrat yanî Partiya Demorkata Kurdistanê (HDK ango PDK Rojhilat) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), 3 aliyên Komeleyê û Sazimana Xebata Kurdistana Îranê, dicivin û dicivin û bi hev re hinek biryaran didin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst