Ji Balyozê Amerîkayê daxuyanî li ser dewleta serbixwe ya Kurdistanê

Navenda Nûçeyan - Balyozê Amerikayê yê li Tirkiyê John Bass ragihand, ku Waşington piştgirî li dewleta serbixwe ya Kurdistanê li bakurê Iraqê yan jî dewleteke Kurdî li bakurê Sûriyê nake.

 

Balyozê Amerikayê yê li Tirkiyê John Bass îro ji ber bi dawî hatina erkê xwe li wî welatî û di civîneke xatirxwestinê de li gel nûçegîhanên dîplomasiyê yên medyayên Tirkiyê de li ser helwest û siyaseta Amerîkayê li hember Tirkiyê, aloziyên wê dawiyê yên navbera Waşington û Enqerê û gotegotên li Tirkiyê yên derbarê piştgiriya Amerîakyê bo dewleteke Kurdî ya serbixwe de axivî.

 

John Boss amaje bi aloziyên navbera Amerîka û Tirkiyê li ser desteserkirin û girtina karmendê konsulxaneya welatê xwe ya li Stenbolê û herwiha bangkirina karmendekî din ê heman konsulxaneyê bo dadgehê bo wergrtina îfadeyan kir û got: “Li saziyên Amerîkayê ti kesên veşartî nînin. Em ti xebatkarên xwe ji dadgehê naveşêrin.”

 

Derbarê rewşa karmendê girtî yê Konsulxaneya Amerîka ya li Stenbolê, yê bi navê Metin Topuz de jî, Bass ragihand, ku wan li ser girtina Topuz hêj ti belge wernegirtiye.

 

John Boss got: “Eger Topuz sînorê erkê xwe derbas kiribe û bi saziyeke din re ketibe pêwendiyê,em dê  bi dîtina belgeyên wê spasdar bin. Topuz li Fermangeha Têkoşîna Li Dijî Tawanên Rêxistinkirî û Madeyên Hişber dixebitî. Di ber siya wê hevkariyê de gelek qaçaxçiyên madeyên hişber hatin girtin.”

 

Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyê herwiha diyar kir, ku biryara rawestandina vîzeyan bo Tirkiyê ji aliyê Hikûmeta Amerikayê ve hate dan.

 

John Boss li ser pirsa ku gelo ew aloziyên niha dê badorê li ser çalakiyên Binkeya Leşkeriya Incirlîkê bike yan na, tekez kir, ku divê ev pirsyar ji rayedarên Tirkiyê were pirsîn û berpirsên Tirkiyê gerek bersiva wê yekê bidin.

 

Bass herwiha ragihand, ku Amerîka piştgiriya dewleta serbixwe ya Kurdistanê li bakurê Iraqê yan jî korîdoreke dewleteke Kurdî li bakurê Sûriyê nake.

 

Balyozê Amerîka herwiha tekezî li ser parastina yekîtiya axa Tirkiyê jî kir.

 

Dawiya vê heftiyê dawî bi erkê John Boss weke Balyozê Amerîkayê li Enqerê tê.

 

John Boss ji aliyê rêveberiya Koşka Spî ve weke Balyozê Nû yê Amerîkayê li Kabul a Efxanistanê hatiye diyarkirin.