Civîna awarte ya Goranê li Hewlêrê

12-10-2015
RÛDAW
Nîşan Goran Civîna awarte PDK Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro wezîr û parlamenterên Tevgera Goranê dê li Hewlêrê civîneke awarte lidar bixin.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, piştî ku PDKê bi rêya nûnerên xwe ve wezîr û parlamenterên Goranê agahdar kirin ku ji hikûmetê derkevin û li ser karê xwe amade nebin, Goranê ragihand, ku wezîr û parlemanterên wan dê roja 12ê Cotmehê li Hewlêrê bicivin.

 

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Kemal Muslim k user bi Tevgera Goranê ye, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: Piştî ku em ji aliyê PDKê ve hatin agahdarkirin ku gerek em Hewlêrê bi cih bihêlin. Biryar e 12ê Cotmehê saet 23:00 hemû parlamenter û wezîrên Goranê li Hewlêrê bicivin.

 

Ji ber xwepêşandan û êrişên bo ser baregehên PDKê li sînorê parêzgeha Silêmanî û Helebceyê, pêwendiyên navbera PDKê û Goranê aloz bûne.

 

PDKê Tevgera Goranê û şexsê Newşîrwan Mistefa bi wê yekê tohmetbar dike ku destê wan li pişt aloziyan û êriş û şewitandina baregehên PDKê li bajar û bajarokên Silêmaniyê de heye.

 

Goranê di daxuyaniyekê de ew yek red kiriye û ragihandiye, ku xelk ji ber arîşeyên xizmetguzarî, bûmûçeyî û kirîza serokatiyê û çaresernebûna giriftên wan daketine ser cadeyan û xwepêşandanê dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst