Li Dîlokê bav keça xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qurêderê ya Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyekî 55 salî ji ber sedemeke nediyar bi demançeyê keça xwe ya 32 salî kuşt.

Li gundê Şatirhoyukê yê navçeya Qurêderê (Nûrdax) di navbera Îsmail R. û keça wî Hatice R.yê de ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Îsmail R. bi demançeyê gule li keça xwe Hatice R.yê reşandin û ew li cihê bûyerê kuşt.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê Hatice R.yê ji bo otopsiyê bir Saziya Bijîşkiya Dadî ya Dîlokê.

Her wiha Îsmail R. ji aliyên cendirmeyan ve hat desteserkirin.