Muxtariya mamê Narînê jê hat standin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê Muxtarê Taxa Çûliyê Salîm Guranê ku di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narîn Guranê de hatibû girtin, ji wezîfeyê hat dûrxistin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Narîn Guranê lêpirsînê didomîne.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Gundê Çûliyê winda û 8ê Îlonê di nav telîsekê de 2 kilometreyan dûrî gund di nava çem de bi mirîtî hatibû dîtin.

Lijneya Îdareya Navçeyê ya Qaymeqamiya Baxlarê, di çarçoveya lêpirsînê de muxtariya Salîm Guran betal kir.

Salîm Guranê mamê Narînê ji 2yê Îlonê ve hatiye girtin.

Li şûna Salîm Guran ezayê yekem bi awayekî demkî hat erkdarkirin.

Hat diyarkirin dema derbarê wî biryara teqez bê dayîn dê eşkere bibe ka ew dikare muxtariyê bike yan na.