Pizîşkiyan: Kurd bi xetekê ji hev hatine veqetandin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan behsa Kurdên parçebûna Kurdistanê kir û eşkere kir ku Kurdên her du aliyan bi xetekê ji hevdû hatine veqetandin.

 Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro hat Bexdaya paytexta Îraqê û bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Biryar e, sibehê Mesûd Pizîşkiyan were Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Mesûd Pizîşkiyan li ser ziyareta xwe ya bi Herêma Kurdistanê re ji “Malpera Dr. Pizîşkiyan” re axivî.

“Em birayên hevdû ne”

Pizîşkiyan amaje bi Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê kir û wiha got:

“Li her du aliyên sînor şêniyên me yên Kurd hene. Em hemû wekî hevdû ne. Tenê xetek kişandine û ew ji hevdû veqetandine da ku şer durist bikin.

Şerê me nîne û em di peywendiyê de ne. Belûcên vî alî û Belûcên wî alî jî bi hev re di pêwendiyê de ne. Em bi hev re birayên hevdû ne. "

Di berdewamiyê de Mesûd Pizîşkiyan behsa pêwendiyên Îranê yên bi welatên cîran re kir û wiha got:

“Di navbera me û cîranên me de pêwendiyên mervantiyê hene û nabe ew li ber çavan neyê girtin.

Ev derfetek e û em dikarin vê ji bo geşepêdana pêwendiyan bikar bînîn wê demê dê jiyana xelkê me yê her du aliyan jî ber bi başiyê ve biçin.”

Pizîşkiyan li ser pêwendiyan û dîplomasiyê wiha axivî:

“Bi awayekî rast ê bikaranîna derfetan, aborî dê mezintir bibe, hêza civakî û siyasî dê zêdetir bibe, tecrûbe dê werin veguheztin û siyaset dê bêne hevrêz kirin.

Em dikarin sûdê ji wan derfetan werbigirin û ev yek dikare bandorê li rewşa xelkê her du aliyên sînor bike.”

Mesûd Pizîşkiyan 30yê Tîrmeha 2024an sûnda yasayî xwend û bû serokê nû yê Îranê.

Yekem ziyareta dîplomatîk a Mesûd Pizîşkiyan hatina îro ya Bexdayê bû.