Parêzera apê Narîn Guranê: Ez wekî dayîkekê êdî nikarim parastina wî bikim

Hewlêr (Rûdaw) – Li Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezana Amedê rêxistinên sivîl konê şînê ji bo Narîn Guranê danî.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî beşdarî taziyeyê bû.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê got:

“Li ser kesên ji vê bûyerê berpirs in divê lêpirsîneke baş were kirin û dadmendî were bicihkirin.

Em wê hişmendiya li dijî demokrasiyê red dikin ku jinan dikuje û zarok û jinan ji nav dibe.”

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, piştî bûyerê daxuyaniyek belav kir lê sersaxî ji malbata Narînê re nexwest.

Alî Yerlîkaya li ser pirsa “We çima sersaxî nexwest?” got:

“Gelekî zelal e. Pêwîst nake zêdetir bibêjim. Dema em hemû rewşê dixwînin jê fam dikin û hest pê dikin.

Gelo pêwîst e careke din zelal bikin? Hêvîdar im qet rûbirûyê rewşekê nebin ku careke din şermê ji mirovbûna xwe bikin.”

Lêpirsîn û lêkolînên Dozgeriya Giştî ya Amedê berdewam in.

Ji wan 23 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narîn Gurana 8 salî de hatibûn desteserkirin, îro yek ji wan hat berdan û tê çaverêkirin ku 22 kesên din roja pêncşemê werin darizandin.

Nevzat Bahtiyarê ku yek ji tohmetbaran bû û li xwe mikur hat ku wî termê Narînê di nav telîsekî de ji apê wê wergirtiye û xistiye nav çem.

Ew roja Sêşemê bi tohmeta kuştina biqest hat girtin û parêzera apê Narîn Guranê jî ji dosyeyê vekişiya û got:

“Ez êdî wekî dayîkekê nikarim parastina wî bikim.”

Çi bûbû?

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bûbû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya roja yekşemê (8ê Îlonê) ragihand ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu jî eşkere kir ku cenazeyê Narînê di nava telîsekî de û di binê keviran de hatiye dîtin.

Termê Narîn Guranê di nava telîsekî de li ber çemekî nêzîkî gund hat dîtin.

Li gorî rapora destpêkê, termê Narînê 15 rojan di nav avê de maye û çoka wê hatiye şikandin.

Piştî dîtina termê Narînê 3 dozgerên komarê hatin peywirdakirin û dê, bav, ap û birayên Narînê jî di nav de 25 kes hatin desteserkirin.