Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê ji bo parastina nasnameya me şoreşa herî mezin a siyasî û çekdarî bû

11-09-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Şoreşa Îlonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî di 62yemîn salvegera Şoreşa Îlonê de ragihand ku “Şoreşa Îlonê ji bo parastina nasnameya me şoreşa herî mezin a siyasî û çekdarî bû.”

Serok Mesûd Barzanî di 62yemîn salvegera Şoreşa Îlonê de peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku Şoreşa Îlonê ji bo parastina nasname û mafên rewa yên gelê Kurdistanê û pêkanîna demokrasiyê li Iraqê, şoreşa herî mezin a siyasî, çekdarî û civakî ya gelê Kurdistanê bû.

Serok Barzanî diyar kir ku Şoreşa Mezin a Îlonê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir ezmûneke têkoşînê ya bêhempa bû.

Serok Barzanî herwiha anî ziman:

“Ez spasiya têkoşîn û xebata hemû şoreşger, Pêşmerge û kadroyên Şoreşa Îlonê dikim ku di vê şoreşa mezin de rola xwe lîstin.”

Berî 62 salan 11ê Îlona 1961ê, gelê Başûrê Kurdistanê bi rêbertiya Mele Mistefa Barzaniyê Nemir, li dijî hikûmeta wê demê ya Îraqê dest bi xebat û şerê çekdarî kir.

Ew xebat di nava tevgera siyasî û rizgarîxwaziya gelê Kurd de wek Şoreşa Îlonê tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst