Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Îlonê dayika şoreşên Kurdistanê bû

11-09-2023
RÛDAW
Nîşan Şoreşa Îlonê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê di 62yemîn salvegera Şoreşa Îlonê de ragihand ku “Şoreşa Mezin a Îlonê dayika şoreşên Kurdistanê bû.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 62yemîn salvegera Şoreşa Îlonê de peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir, tevî ku plana neyaran bû sedema şikestina şoreşê jî lê bîra şoreşê qet venemirî.

Barzanî herwiha diyar kir ku destkeftên Şoreşa Îlonê bûn bingeha hemû destkeft û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha anî ziman:

“Çawa ku yekrêzî, hêz û bingeha Şoreşa Mezin a Îlonê bû, di vê bîranînê de em tekeziyê li ser yekrêzî û hevqebûlkirin û hevkariya hemû hêz û alî û pêkhateyên gelê Kurdistanê dikin.”

Berî 62 salan 11ê Îlona 1961ê, gelê Başûrê Kurdistanê bi rêbertiya Mele Mistefa Barzaniyê Nemir, li dijî hikûmeta wê demê ya Îraqê dest bi xebat û şerê çekdarî kir.

Ew xebat di nava tevgera siyasî û rizgarîxwaziya gelê Kurd de wek Şoreşa Îlonê tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst