Mesrûr Barzanî: Şoreşa Îlonê selimand ku gelê Kurdistanê rêya serfiraziyê daye ber xwe

11-09-2023
RÛDAW
Nîşan Şoreşa Îlonê Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di 62yemîn salvegera Şoreşa Îlonê de ragihand ku “Şoreşa Îlonê selimand ku gelê Kurdistanê rêya serfiraziyê daye ber xwe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 62yemîn salvegera Şoreşa Îlonê de peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku Şoreşa Îlonê ji hemû dijmin û neyarên Kurdistanê re selimand ku gelê Kurdistanê rêya berxwedan û serfiraziyê daye ber xwe, ne rêya teslîmbûn û xwetewandinê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha anî ziman:

“Bîranîna Şoreşa Mezin a Îlonê, divê her kesî ji bo bidestxistina mafên me yên destûrî zêdetir han bide.

Bi xemxwirî û dilsoziyeke mezin wan destkeftên me yên niştimanî biparêzin ku berhema ked, xebat, qurbanîdan, şoreş û serhildanên gelê Kurdistanê ye.”

Berî 62 salan 11ê Îlona 1961ê, gelê Başûrê Kurdistanê bi rêbertiya Mele Mistefa Barzaniyê Nemir, li dijî hikûmeta wê demê ya Îraqê dest bi xebat û şerê çekdarî kir.

Ew xebat di nava tevgera siyasî û rizgarîxwaziya gelê Kurd de wek Şoreşa Îlonê tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst