Li Herêma Kurdistanê 19 dibistanên Tirkmenî hene

11-09-2023
Dilniya Rehman
Li Herêma Kurdistanê 19 dibistanên Tirkmenî hene
Li Herêma Kurdistanê 19 dibistanên Tirkmenî hene
Nîşan Herêma Kurdistanê Dibistan Tirkmenî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê 19 dibistan tenê ji bo zimanê Tirkmenî hatine vekirin û xwendekar bi zimanê dayikê dixwînin.

Li Herêma Kurdistanê sala perwerdeyê dê 13ê Îlonê dest pê bike

Talîn Ehmeda 5 salî bi bavê xwe re berê xwe da dibistana Tirkmenan ji bo ku xwe li dibistanê qeyd bike.

Talîn dê bibe yek ji wan 3 hezar xwendekarên Tirkmen ên ku dê li Herêma Kurdistanê bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin.

Sala xwendinê ya 2023-2024an roja 13ê Îlonê li dibistanên seretayî û amadeyî yên ser bi Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê bi awayê fermî dest pê dike.

Serlêdanên ji bo qeydkirina dibistanên ku bi zimanên Tirkmenî, Suryanî, Ermenî, Erebî û her wiha Kurdî perwerdeyê didin, dewam dikin.

Talîn Ehmeda 5 salî ku li Hewlêra paytext dijî, bi heyecan e ku xwe li dibistaneke Tirkmenî qeyd bike.

 Bavê Talînê Ehmed Abdulkadir ji Rûdawê re axivî û got:

“Pir dixwest ku hînî Tirkî bibe. Her tim li filmên karton ên Tirkî temaşe dike.

Ji ber ku aliyê dayîka min Tirkmen e, me biryar da ku em keça xwe bînin vir.”

Li paytext Hewlêrê yekemîn dibistana Tirkmenan 30 sal berê hatibû vekirin.

Tirkmen, Keldan, Suryan, Ermen û Ereb dikarin dibistanên ku bi zimanê wan ê zikmakî perwerdeyê didin di bin Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê de vekin.

Rêvebirê Dibistana Doguşê Sefîn Mihemed diyar kir ku dema ku zarok serê sibê ji xew radibe bi kîjan zimanî biaxive û jê re bikaranîna wî zimanê hêsantir tê û got:

“Eger li malê bi Tirkî biaxive, ne maqûl e ku were li dibistanê bi zimanekî din perwerde bibe.

Dema ku zarok tê vir, ji ber ku peyv, hevok û tîp bi zimanê wî yê dayîkê ne, bi dersên xwe fêr dibe.”

Li Herêma Kurdistanê 19 dibistanên bi zimanê Tirkmenî hene û 15 ji wan li Hewlêrê, yek li Silêmaniyê û 3 jî li navçeya Kifriyê ya Silêmaniyê ne.

Rêveberê Giştî yê Perwerdeya bi Tirkmenî Sabah Salih jî got:

“Ders wekî bernameya Kurdî bi zimanê Tirkmenî, Suryanî û zimanên din tên wergerandin û xwendin. Herwiha li dibistanên me êdî dersên zimanê Tirkî jî tên dayîn.

Li dibistanên me perwerdeya bi zimanê dayikê roj bi roj pêş dikeve. Hêvîdar im li Herêma Kurdistanê hejmara dibistanan zêde bibe û em giringiyê bidin perwerdeya bi zimanê dayikê.”

Li Herêma Kurdistanê, zimanên Tirkmanî, Suryanî û Ermenî di çarçoveya madeya 14an a destûrê de bi awayê fermî hatine naskirin û mafê fêrkirin û bikarînana wan zimanan hatiye garantîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst