Penaberên Rojavayê Kurdistanê ji ber Kurdî zarokên xwe naşînin dibistanê ​

11-09-2023
Helebja Sadon
Kursên Kurdî/Wêne: Rûdaw
Kursên Kurdî/Wêne: Rûdaw
Nîşan Penaberên Rojavayê Kurdistanê Herêma Kurdistanê Kursên Kurdî Soranî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê kursên fêrkirina zaravayê Kurmanciya Jêrîn ango Soraniyê ji bo zarokên penaber ên Rojavayê Kurdistanê tên vekirin.

Duyem sal e Yenaz Ehmed li gorî programa xwendinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwîne.

Yenaz Ehmed par di pola xwe de bûbû yekem.

Îsal jî cavê wê li heman pileyê ye.

“Zimanekî gelekî şîrîn e”

Xwendekar Yenaz Ehmed, li ser Kurdî got:

"Zimanekî gelekî şîrîn e. Ev 2 sal in ez bi zimanê Kurdî dixwînim.

Par min ji sedî sed anî. Înşellah îsal jî ez ji sedî sed bînim.

Kêfxweş im ku bi zimanê xwe dixînim."

2 sal in, Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê, programên xwendinê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava dibistanên penaberan de pesend kirine.

Lewma hikûmet her sal berî destpêka xwendinê, li Hewlêr, Silêmaniyê kursên Soranî û li Dihokê jî kursên Badînî vedike.

“Mamoste ji Rojavayê Kurdistanê ne”

Rêveberê Dibistana Kampa Kewrgoskê Rewend Necat got:

"Par pola 4an tevlî programên xwendina Herêma Kurdistanê bû û îsal pola 5an jî li wan zêde bû.

Mamostayên ku wan didin xwendin, ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Herwiha wanebêjên Herêma Kurdistanê ne jî."

Ev biryar di çarçoveyê siyaseta tevlîkirina panberan a nav jîngeh û civaka Herêma Kurdistanê de ye ku polên 1ê heta 5an li xwe digire.

Lewma wekî amadekariyê ji bo sala bê ya xwendinê, ji niha ve pola 6an jî waneyan werdigirin.

Ji ber Kurdî ye hinek malbat zarokên xwe naşînin dibistanê

Par ji ber pesendikrina vê pêvajoyê, hinek malbat zarokên xwe neşandin dibistanê.

Barîna 11 salî yek ji wan zarokan e.

Par dayik û bavê wê ew neşandin dibistanê û bi niyet in îsal jî keça xwe bê xwendin bihêlin.

Ebdulcebar Yusif sedema ku keça xwe naşîne dibistanê wiha anî ziman:

"Ne ji ber ziman e, berevajî min dixwest fêrî vî zimanî bibe.

Bi rastî eger ji destpêka xwendinê zarokên me bi Kurdî xwendibana, wê gelekî baştir bûya. Piştî ku ketin polên 5 û 6an ev ders dan wan. Zarok dibêje bavo bi rastî ji me re pir zehmet e."

“Eger bi Kurdî be neçe lê eger bi Erebî be here”

Barîn Ebdulcebar li ser çûna dibistanê bi vî awayî axivî:

“Diya min baş bi Kurdî nizanibû. Diya min got eger bi Kurdî be neçe lê eger bi Erebî be here.

Min gelekî ji dibistanê hez dikir. Dema ez biçûk bûn, min digot xwezî ez herim dibistanê.

Niha karê xwe yê malê dikim, ava xwe dadigirim û mala xwe paqij dikim.”

Li Herêma kurdistanê 32 hezar û 100 xwendekarên ji Rojavayê Kurdistanê hene.

Ev xwendekar li 57 dibistanan dixwînin ku piraniya wan li parêzgeha Hewlêrê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst