Li Minbicê amadekariyên şer berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Minbicê amadekariyên şer berdewam in.

Herwiha li Dêrezorê xelkê ku ji ber şer koçberî rojavayê Çemê Feratê bûbû, vedigere gund û bajarên xwe.

Êrişên grûpên çekdar ên muxalefeta Sûriyeyê yên li ser gundên Minbicê sist bûne lê bi temamî ranewestiyane.

Herwiha li hemberî van êrişan li gundewarên rojava û bakurê Minbicê amadekariyên şer hîn berdewam in.

Ji gundê On Dadê yê li bakurê Minbicê hejmarek şervan piştevaniya xwe ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re ragihandiye.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e.

“Em dê heta dilopa dawî ya xwîna xwe parastinê bikin”

Şervanekî gundê On Dadatê got, "Em xelkê gundê On Dadê yê Minbicê ne.

Em li kêleka Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ne.

Li hemberî her destêwerdaneke dagîrkerên Tirk û çeteyên wê û li hemberî her êrîşekê li dijî Minbicê em amade ne heta dilopa dawî ya xwîna xwe parastinê bikin."

Li aliyê din li parêzgeha Dêrezorê jî hêzên HSDyê li tevahiya navçeya di navbera Zîban,Hecîn û Baxozê ya li nêzîkî sînorê Îraqê hatine bicihkirin.

Piştî aramiya li Dêrezorê, hejmareke nû ya welatiyên koçber ji rojavayê Feratê vegeriyane gund û bajarokên xwe yên rojhilatê çem.

Hêzên HSDyê jî li navçeyên ku hatine kontrolkirin, alîkariyên mirovî û pêwîstiyên jiyana rojanê li nişteciyên navçeyê belav dikin.