Hevserokê HDPyê ji bo perwerdeya bi Kurdî bang kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak ji aliyên peywendîdar ên Tirkiyeyê xwest ku ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê di ware yasayî de pêngavên pêwîst biavêjin.

Îro sala nû ya xwendinê ya 2023-2024an li Tirkiye û Bakurê Kurdistan dest pê kir.

Nêzîkî 20 milyon xwendekar û milyonek û 200 hezar mamosteyan li dibistanên seretayî û navendî dest bi sala nû ya xwendinê kir. 

Zarokên Kurd bêyî zimanê dayîkê dest bi xwendinê kir

Lê wek hemû salan, zarokên Kurd bêyî mafê xwendina bi zimanê dayîkê, dest bi xwendinê kir.

Hevserokê Giştî yê HDPyê Cahît Kirkazak li ser hesabê xwe ya medyaya civakî derbarê vê mijarê peyamek belav kir.

Cahît Kirkazak ji aliyên peywendîdar ên Tirkiyê xwest ku ji bo ku Kurdî di perwerdeyê de bibe zimanê fermî di warê  yasayî de pêngavên pêwîst bên avêtin.

“Mafên zarokên Kurd tê astengkirin”

Kirkazak di peyam xwe de amaje bi destpêka sala nû ya xwendinê kir û got:

“Mafê perwerdeya zimanê dayikê yê zarokên Kurd tê astengkirin. Ji perwerdeya pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdeya bi zimanê dayikê pêdiviyek e.

Îro wek her serdema perwerdeya bi Tirkî bi milyonan zarokên Kurd dest bi dibistanê dikin.

Zarokên di navbera temenê 5-6 salî de bêyî ku perwerdeyê bi zimanê dayika xwe bibînin rûbirûyî zimanek biyanî dibin. Ev helwest asîmîlasyon e û asîmîlasyon jî tawaneke li dijî mirovayetiyê ye.”

Tirkî take zimanê fermi yê xwendinê ye

Di sîstema perwerdeyê ya Tirkiyeyê de, Tirkî take zimanê fermi yê xwendinê ye.

Perwerdeya bi zimanê dayîkê bi awayê fermi hatiye qedexekirin. Vê qedexeyê bandoreke zêde li zarokên Kurd kiriye.

Her çiqasî ji sala 2012an ve, zimanê Kurdî wek dersa bijarde bo polên 5-6-7 û 8an li dibistanan tê xwendin lê ji ber sedemên cuda pêvajo ne bi awayê fermi be jî, di pratîkê de rawestiyaye.

Ji bo sala xwendinê, milyonek û 201 hezar û 138 mamoste hatine erkdarkirin, ji wan tenê 132 mamoste mamosteyên zimanê Kurdî ne.