Li Rihayê qeza: 9 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîweregê ya Rihayê otomobîlek û kamyonetek li hev qelibîn û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku şofêrê wê Mahmut G. (43) li ser rêya Sîweregê û Gundê Xijdariyê li kamyoneta ku şofêrê wê Hakan K. (19) qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmêb teduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Di qezayê de Bîlal G. (45), Ayşe G. (12), Beyaz G. (6), Murvet G. (8), Fatma D. (39), Muhammet Cuma C. (18) û Harun K. (33) birîndar bûn.

Tîma tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê.

Hat ragihandin ku rewşa Murvet G.yê giran e.