Saziyên geştyariyê yên Qersê dixwazin balafirxaneya wan bibe navdewletî

11-09-2023
RÛDAW
Daxwaz heye balafirxaneya Qersê bibe navdewletî
Daxwaz heye balafirxaneya Qersê bibe navdewletî
Nîşan Qers Balafirxane Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Saziyên aborî yên parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, dixwazin Balafirxaneya Harakaniyê ya Qersê bibe navdewletî.

Berpirsên navendên geştyariyê û hotêlvanên parêzgeha Qersê serî li Wezareta Gihandinê ya Tikriyeyê û Rêveberiya Geştên Asmanî yên Sivîl da ku balafirxaneya Qersê bibe navdewletî.

Eger Balafirxaneya Harakaniyê ya Qersê bibe navdewletî geştyar dê bikaribin ji welatê xwe rasterast biçin wî bajarê Bakurê Kurdistanê.

Xelkê Qersê bi hêvî ne geşt dest pê bikin

Piştî vê daxwazê, gelek hevdîtin hatine kirin û xelkê Qersê bi hêvî ne di sala nû de ew geşt dest pê bikin.

Serokê Komeleya Hotelvanê Kaşûnê ya Qamuşanê diyar kir ku xebatên wan berdewam in û got:

“Eger hevdîtin encam bidin, di serî de ji Rûsya û welatên din ên Komeleya Dewletên Serbixwe û welatên Rojhilatê Ewropayê geştên asmanî yên rasterast ji bo Balafirxaneya Harakaniyê ya Qersê bên kirin.”

Cihên geştyariyê hene

Li Qersê gelek şûnwarên dîrokî û navendên kaşûnê hene weke: Şûnwarê Dîrokî yê Aniyê, Keleha Qersê, Gola Çildirê û Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê.

Her demsal geştyar diçin Qersê

Di her çar demsalan de cihên wiha hene ku mazûvaniya geştyaran bikin.

Serokê Komeleya Hotêlvanê Kaşûnê ya Qamuşanê Halit Taş jî got:

"Bi hêviya Xwedê dê di demsala geştyariya zivistanê ya 2023-2024an de tevgereke zêde ya geştyaran hebe. Bi salan bû me dixwest ev yek çê bibe.

Hatina geştyarên biyanî li herêma me kalîteya geştyariyê bilind dike. Ji bo dahatê jî gelekî girîng e."

Balafirxaneya Qersê dikare salane pêşwaziya 3 milyon geştyaran bike

Ne tenê li Qersê li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber geştên navdewletî nayên kirin, rêjeya hatina geştyaran ji bo wan bajaran dadikeve û bandoreke neyinî li dahata wan jî dike.           

Balafirxaneya Harakaniyê ya Qersê dikare salane pêşwaziyê li 3 milyon geştyaran bike.

Li gorî xelkê Qersê, eger ew balafirxane bibe navdewletî dê hejmara geştyaran çend qat zêdetir bibe û aboriya parêzgehê jî geş bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst