Li Bêdlîsê zilamê ji zinar ket canê xwe ji dest da

11-09-2023
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Zinar Emin Demircan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bêdlîsê ya Bakurê Kurdistanê, îro zilamekî 75 salî ji ser zinaran ket newalê û canê xwe ji dest da.

Li nêzîkî rêya Bêdlîs-Tetwanê, Emin Demircanê 75 salî ji ber sedemeke nehat zanîn ji zinarên ser çiya ket newalê.

Emin Demircan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Termê Demircan ji nav newala hat derxistin û tîma tenduristiyê term bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bêdlîsê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst