Gundekî Norşînê bi referandûmê biryara xwe da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norşînê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, xelkê gundê Muşexşînê ji bo ku gundên wan bibe taxeke Norşînê çû ser sindoqan û deng da.

Gundê ku 8 kîlometreyan ji navçeya Norşînê dûr e hezar û 357 kes lê dijîn.

Serokatiya Desteya Hilbijartinan a Bedlîsê li wî gundi 4 sindoqên dengdanê danîn û xelk çû ser sindoqê ku dengên “Belê û Na” bide.

Di referandûma ku doh li gundê Muşexşînê hat kirin de ji 761 dengderên ku deng dane 715 kesan dengê “Belê” bi kar anî û xwest gundê wan bibe taxeke Norşînê û 46 kesan jî dengê “Na” bi kar anî û ne xwest ku gundê wan bibe taxeke Norşînê.

Muxtarê gund Vehbî Ugur anî ziman:

“Gundiyan bijardeya xwe destnîşan kir, a bi xêr çi ye bila ew bibe. Hilbijartineke baş bû. Destxweşiyê li kesên ku di vî karî de ked daye dikim.”