Mesrûr Barzanî di salvegera Şoreşa Îlonê de teqezî li ser yekrêziya aliyan kir

11-09-2022
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Şoreşa Îlonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di 61emîn salvegera Şoreşa Îlonê de diyar kir, Şoreşa Îlonê veguherîna serhildan û têkoşîna herêmî bû bo şoreşeke nîştimanî ya giştî li seranserî Kurdistanê. Her wiha ji bo parastina mafên destûrî û destkeftiyên neteweyî teqezî li ser 'pêwîstiya yekrêziya aliyan' kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê 11 Îlona 2022an di 61emîn salvegera Şoreşa Îlonê de peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî diyar kir Şoreşa Îlonê ya hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Herêma Kurdistanê bû û her wiha anî ziman, “Yekrêzî û yekîtiya gelê Kurdistanê taybetmendiya herî diyar a şoreşa bi pêşengiya rêberê me yê neteweyî Nemir Mistefa Barzanî bû.”

Mesrûr Barzanî got, “Dijmin neçar ma ku hin mafên neteweyî yên rewa nas bike.” Her wiha destnîşan kir ku nasnameya herî mezin a şoreşa Îlonê “Şoreşa Îlonê veguherîna serhildan û têkoşîna herêmî bû bo şoreşeke nîştimanî ya giştî li seranserî Kurdistanê û dirustkirina hestên neteweyî di nav hemû welatiyên Kurd de ye.”

Serokwezîr di beşeke peyama xwe de teqezî li ser pêwîstiya yekhelwestî û yekrêziya aliyan bo parastina mafên destûrî û destkeftên neteweyî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst