Serok Barzanî di salvegera Şoreşa Îlonê de: Şoreşa îrade û xwebaweriya mirovê Kurdistanî bû

11-09-2022
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Şoreşa Îlonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji bo salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û ragihand ku ew şoreşa îrade û xwebaweriya mirovê Kurdistanî bû ku bingeheke bihêz û rêkxistî ji bo berdewamiya têkoşîna û rawestana gelê Kurdistanê li dijî zilm û zordariyê ava kir.

Serok Barzanî îro Yekşemê 11 Îlona 2022an di 61emîn salvegera Şoreşa Îlonê de peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de Şoreşa Îlonê weke têkoşîna neteweyî û demokratîk ya gelê Kurd bi nav kir û got, “Hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên Kurdistanê di bin serokatiya Nemir Barzanî de li dijî zulm û dagirkeriyê li kêleka Kurdan şer kirin.”

Serok Barzanî her wiha anî ziman, “Bi nirxên xwe yên bilind û israr û berxwedana serkirdayetî, Pêşmerge û gel, doza rewa ya gelê Kurdistanê kir ku pêngaveke mezin biavêje û bibe çavkaniya hêzê ji bo qonaxên din ên têkoşîna gelê Kurdistanê. Her wiha ji bo têkoşerên hemû parçeyên din ên Kurdistanê jî çavkaniya îlhamê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst