Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Îlonê vegerandina nasnameya nîştimanî û neteweyî ya gelê Kurdistanê bû

11-09-2022
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Herêma Kurdistanê Şoreşa Îlonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera Şoreşa Îlonê de peyamek belav kir û ragihand ku Şoreşa Îlonê vegerandina nasnameya nîştimanî û neteweyî ya gelê Kurdistanê bû, her wiha got, “Şoreşa Îlonê ji hemû cîhanê re îspat kir ku ti hêzeke leşkerî nikare îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo jiyan û azadiyê bişkîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê 11 Îlona 2022an di 61emîn salvegera Şoreşa Îlonê de peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got, “Şoreşa Îlonê vegerandina nasnameya niştimanî û neteweyî ya gelê Kurdistanê bû. Şoreşa hemû çîn û pêkhateyan bû ku ew di bin rêberatî û serokatiyeke yekgirtî de hemû anîn cem hev. Di yek ji demên herî dijwar yên dîroka gelê Kurdistanê û herêmî de bi îrade û baweriyeke polayîn rûbirûyê dijmin bûn.”

Nêçîrvan Barzanî her wiha destnîşan kir ku Şoreşa Îlonê, Dewleta Iraqê neçar kir ku mafên gelê Kurdistanê nas bike û bibe bingehek bo hemû destkeftên paşerojê.”

Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser toleransa civakî û got, “Mînaka şoreşê ya ciwantir jî ew bû ku bi serkeftinan mexrûr nebû lê serkeftin kirin derfetek ji bo zêdetir tolerans, tekoşîna hevpar û yekîtiya mezintir di nav mala Kurdistaniyan de.”

Nêçîrvan Barzanî anî ziman, “Em îro bi rêz û hurmetê 61 saliya destpêkirina Şoreşa Mezin a Îlonê, Rêberê Şoreşê Nemir Barzanî, rêhevalên wî û hemû qehremanên ku ji bo azadiya gel û welatê xwe canê xwe feda kirine, bi bîr tînin. Silav bo malbatên serbilindên şehîdan û hemû wan Pêşmerge û xebatkarên ku di rojên tengav û dijwar ên şoreşê de bi dilsozî ked dane û xizmet kirine re, dişînîn.”

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de got, “Şoreşa Îlonê ji dost û dijberan û ji hemû cîhanê re îspat kir ku ti hêzeke leşkerî nikare îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo jiyan û azadiyê bişkîne. Sir û hêza serkeftina şoreşê yekrêziya hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê bû, ji ber wê jî, di vê bîrhatinê da, em tekezî li ser biratî û yekrêziya û karê hevpar ya di navbera hemû pêkhate û hêzên siyasî yên Kurdistanê de dikîn. Ev jî ji bo parastina maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê û çespandina sîstema federalî û paşerojeke baştir û baştirîn rêye. Bi rûmetê ve bi bîranîna şoreşa mezin a Îlonê bi bîrtînîn û silav û nemirî bo giyanê şehîdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst