Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, ajeldarên ku çûne zozanan êdî amadekariyên xwe yên zivistanê dikin û berhemê xwe dibin bajaran.
Li sînorên Colemêrgê ji ber ku ew dever gelek sar e, li gorî navçeyên din zûtir zozan têne berdan.
Li gundên Geverê, ker û birên pezî yên ku ji serê biharê heta niha li ber avên hênik yên zozanan bûn, ber germiyan û deşta dirijin.
Şivan Dilşad Dirî dibêje: “Ez xelkê Rojhilatê Kurdistanê me, bo şivantiyê hatime. Ez bo şeş mehan şivantiyê dikim. Zomên me xweş in, lê îsal hişkesalî bû. Av nebû û nexweşî ket nav pezê me.”
Li wan zozanan jiyan di bin siya kevneşopiyên hezar salî de dimeşe. Bêrîvan êdî şîrê dawî yê salê didoşin. Hemu keda wan ji bo derbaskirina zivistaneke dijwar e.
Bêrîvan Henifa Kirmizitaş dibêje: “Me her tişt ji pezê xwe peyda dikin. Em mast û penîrê xwe dixin di bin erdê de bo zivistanê.”
Bêrîvan Diwan Saritaş jî got: “Me amadekariyên zivistanê dikin. Me berhem xwe çal kirine.”
Îsal berhem li gorî salên borî kêm buye li aliyeki hiskesalî li alyeki barînû tozê barê debarê li ser milên gundiyan giran kiriye.
Cotkar Hese Dirî jî got: “Av nîne, kanî hişk bûne. Ev şeş meh in şilî nebariye. Vê yekê bandoreke neyînî li me kiriye.”
Dema ku li zozanan karê ajeldariyê jî dikin, şivan û bêrîvan karê xwe jî dikin û dîlanê jî digrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse