Li Êlihê du bûyerên trafîkê: 1 mirî û 4 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di du bûyerên cuda yên trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Kercewsê ya ser bi parêzgeha Êlihê ve kesê bi navê Salih Ozmen ê 72 salî îro 11ê Îlonê dema diçû gundê Kelyat li ser rê traktora ku dajot ji rê derket û wergeriya û di bûyerê de Ozmen bi giranî birîndar bû.

Tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û Salih Ozmen bo nexweşxaneya perwerde û lêkolînê ya Êlihê hat veguhestin.

Lê tevî hemû hewldanên pizîşkan, wî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Termê wî li taxa Pinarbaşî ya sipartin axê.

Her wiha îro di bûyerek cuda de li navçeya Kercewsê otombêla ku ji Kercewsê diçû Êlihê ji rê derket û wergeriya, di encama bûyerê de çar kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û birîndar bo nexweşxaneya perwerde û lêkolînê ya Êlihê hatin veguhastin.