Partiya Saadetê: AKP berî mîtînga Rihayê pereyan li ser xelkê dabeş dike

11-09-2022
RÛDAW
Nîşan Riha AKP Partiya Saadetê Recep Tayyîp Erdogan Mîtîng Niyazî Yanmaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêxistina Partiya Saadetê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku ji bo mîtînga Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan ya 15ê Îlonê li wê parêzgehê qelabalix xuya bike dê 250 lîre pere bo xelkê bên dayîn ku beşdarî mitîngê bibin.

Biryar e Serokê Giştî yê AKPê û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan 15ê Îlona 2022ê li parêzgeha Rihayê mîtîngekê saz bike. Lê di van demên dawî de bi tayebetî ji ber têkçûna rewşa aborî ya Tirkiye, piştevaniya xelkê bo Erdogan û partiya wî kêm bûye xelk zêde beşdarî mîtîngên wî nabin.

Serokê Rêxistina Partiya Saadetê ya Rihayê Niyazî Yanmaz li ser hesabê xwe ye medya civakî ragihandiye ku ji bo xelk bi pere beşdarî wê mîtînga AKPê bibin, li rêxistina wê partiyê ya Rihayê navê welatiyan tê tomar kirin û dê berî mîtîngê bo her welatiyek ku beşdarî mîtîngê bibe dê çeka marketê ya bi bihayê 250 lîre bê dayîn.

Yanmaz li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Recep Tayîp Erdogan beg dê 15ê Îlonê bê Rihayê ji bo qelebalixiyê divê mirov bên komkirin. Ti kes bi daxwaza xwe nayê. Wê demê bi dayîna çekên 250 lîre yên marketan hewl didin welatî bên. Desthilat ketiye çi halî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst