9 roj mane doza Mûsa Anter demborî bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku 9 roj mane dem bi ser doza kuştina nivîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter re biçe, 15ê Îlona 2022ê 36emîn rûniştina wê doze li Enqere tê kirin.

20ê Îlona 2022ê 30 salên dosyeya kuştina nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter ji aliyê JÎTEMê ve ku hêzek nihênî ya dewleta Tirkiyê bû di salên 90ê de, tije dibin û eger heye ji ber dembiserçûnê ew doz bikeve.

15ê Îlona 2022ê 36emîn rûniştina wê doza sereke ya JÎTEMê li 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê tê kirin ku ew doz dosyeya kuştina Musa Anter jî li xwe digire. Heta niha nayê zanîn ku dê dadgeh di rûniştina 15ê Îlonê ya dozê de çi biryarê bide, lê metirsiya wê yekê heye ji ber ku 30 sal di ser bûyerê re derbas dibin, ew doz bê girtin.

Mûsa Anter 20ê Îlona 1992ê li Taxa Seyrantepe ya Amedê di êrîşeke çekdarî de hat kuştin, 30 sal in ew doz li dadgehên Tirkiyê tê dîtin, lê heta niha kujerên wî ji aliyê Tirkiyê ve nehatine eşkerekirin û cezakirin.

Sedema sereke ya ragirtina doze jî ew e ku îfadeyên Abdulkadîr Aygan nehatine wergirtin ku ji dosyeya kuştina Anter tê darizandin û bo dema çend sal in li Swêdê bi cîh bûye.

Parlamentera HDPê Fîlîz Keresetecîoglu roja Çarşemê 29ê Kanûna 2021ê di pêşniyarpirsekê de ji Wezîrê Dadê yê wê demê yê Tirkiyê daxwaz kir ku bi zelalî bê eşkerekirin ka çima îfadeyê Abdulkadîr Aygan nehatiye wergirtin.

Abdulkadîr Aygan di navbera salên 1975-1985an de endamê PKKê bû. Piştî cûdabûna ji PKKê di salên 90î de bû endamê hêza tarî û nehênî ya Tirkiyê, Hêzên Cenderme û Îstixbareta taybet JÎTEMê, lê piştre derbarê hinek kuştinên kiryar nediyar ên ji aliyê JÎTEMê ve li Bakurê Kurdistanê, hinek zanyarî eşkere kirin.

Mûsa Anter ku wek Apê Mûsa tê naskirin di sala 1920an de li gundê Zivingê ser bi navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik bûye û 20ê Îlona 1992an li Amedê hat kuştin. Nivîskar û rojnamevanê Kurd Orhan Mîroglu ku di xula 25emîn de bûbû parlamenterê AKPê wê demê ligel Musa Anter bû û di bûyerê de birîndar bûbû.