QERS - Demsala masîgirtinê bi bereket dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Masîgirên gundê Qaskiyê yê navçeya Qamûşanê ya ser bi parêzgeha Qersa Bakurê Kurdistanê ve piştî bidawîhatina qedexeya girtina masiyan, li gola bendava Qaskiyê ku li ser Çemê Erezê hatiye avakirin, masîgir yekem car torên xwe avêtin nav avê.

Demsala masiyan îsal bi bereket e û masîgir bi kêfxweşî torên xwe ji nav avê dikşînin.

Masîgir Kurşad Gultekin dibêje "Gola bendava Qaskiyê alternatîfê Gola Çildirê ye. Gola Qaskî her dem bi bereket bû. Weke hûn dibînin piştî di bin bendavê de ma jî bereketa wê berdewam e. Curên wan jî gelek in."

Li Gola Bendava Qaskiyê ji bilî zêdebûna masiyan di zêdebûna curên masiyan de jî bereket heye.

Masîgir Kurşad Gultekin got jî "Îsal gelekî bi bereket bû. 5-6 cure masî hene. Yayin, caner, masîpankê Çildirê û masiyên bi eynik hene."

Bendava gundê Qaskiyê ku 28 kîlomêtre dûrî navçeya Qamûşanê ye li ser Çemê Erez hatiye avakirin. Piştî ku bendav temam bû û di 8ê Sibata 2020an de av tê de kom bû gundê Qaskiyê bi temamî di bin avê de ma.