Li Mûşê tûtina Virginia tê berhemanîn

Hewlêr (Rûdaw) - Tûtin bo hinekan borandine xeman e û jê hez dikin, lê hinek ji dûkêla wê jî aciz in, lê parêzgeha Muşê ya Bakurê Kurdistanê bi nêrîneke cuda li tûtinê dinêre, ji ber ku ew parêzgeh dixwaze di warê berhemanîna tûtina corê Virginia de li Tirkiyê bibe xwedî soz û bi berheamanîna wê, dahateke zêde bidest bixin.

Ev çend mamosteyên Zanîngeha Mûşê ne, li yek ji zeviyên tûtinê yên Mûşê lêkolînan li ser tûtina Virginia dikin ku pêştir li wê zeviyê hatiye çandin. Li gor encamên lêkolînên wan ew corê tûtinê dikare li wê parêzgehê bê çandin.

Dr. Ahmet Yenikalayci, Mamosteyê Zanîngehê, dibêje, “Em hewl didin tûtina Virginia bibe yek ji berhemên çandiniyê yên Mûşê. Me ji bo Mûşê di  xebatên heta niha de encamên baş  bidest xistine. Di vî warî de sektora taybet jî  dest bi xebatan kiriye û berhemanînê destpê kiriye.”

Tûtina Virginia yek ji wan corên tûtinê ye ku di çêkirina piraniya çixareyan de tê bikaranîn û beşeke zêde ya wê tê hawirdekirin. Niha li çendîn deverên Amed, Sêrt, Êlih Semsûr, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê ew corê tûtinê tê çandin. Mamosteyê Zanîngeha Mûşê  Ahmet Yenikalayci dibêje dahata wî corê tûtinê ji ya xwemalî  zêdetir e û divê girîngî bi çandina wê bê dayîn.

Dr. Ahmet Yenikalayci, Mamosteyê Zanîngehê, dibêje, “Ji ber tûtina Viginia yek ji tûtinên serekî ye, divê em giringiyê bi vê corê tûtinê bidin û li welatê xwe dest bi berhemanîna wê bikin. Em tenê ji sedî 1ê ya berhamanîna wan tûtinên biyanî ku bi piranî di çêkirina cixareyan de tên bikaranîn li welatê xwe dikin. Em neçar in a din hawirde bikin. Ev jî dibe sedema ji destdana diravekî zêde. Qezenca wê tûtinê jî ji qezenca tûtinên xwemalî zêdetir e.”

Li gor amarên Yekitiya Koeperatîfên Bazarkirin û Hilberîna Tûtinê ya Tirkiyê di sala 2021an de, li 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 55 hezar cotkaran li ser rûberê 81 milyon û 400 hezar donimên erd tûtin çandine. Ew Yekitî pêşbînî dike ku li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îsal 150 hezar ton tûtin were berhemanîn.