PAK: Şoreşa Îlonê ji nû ve agirê vejîna Kurdayetiyê pêxist

11-09-2021
RÛDAW
Nîşan PAK Şoreşa Îlonê Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi mabesta 60emîn salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û tê de dibêje: “Şoreşa Îlonê li her çar aliyê cîhanê ji nû ve agirê vejîna Kurdayetiyê pêxist.”

PAK di peyama xwe de dibêje: “Îro 60emîn salvegera Şoreşa îlonê ye û di 11yê îlona 1961ê de bi rêberatiya Mele Mistefa Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê, gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî dewleta Iraqê serî hilda. Piştî ku berxwedana Dêrsimê bi jenosîdeke mezin hate pelçiqandin û piştî ku Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) hate rûxandin, demeke dirêj ewrên reş, bêdengî û  şikesteke mezin  xwe berda ser ezmanê   her çar perçeyên Kurdistanê.”

PAK diyar dike: “Şoreşa îlonê, pêl û bahozeke xurt û mezin bû ku ev ewrên reş ji ser ezmanê her çar perçeyên Kurdistanê dûr xist; hêvî û hest û bîr  û baweriya netewî, niştimanî careke din li her çar perçeyên Kurdistanê vejand. Şoreşa Îlonê şoreşa her çar perçeyên Kurdistanê bû. Şoreşa îlonê  li her çar perçeyên Kurdistanê, li her çar aliyê cîhanê ji nû ve agirê vejîna  Kurdayetiyê pêxist. Piştî Şoreşa Îlonê 9 salan,  piştî serîhildana gelê me ya qehremanane,  Dewleta Iraqê paşde gav avêt û naçar ma ku li gel  Mele Mistefa Barzaniyê nemir rûne.”

Di beşeke din a peyama xwede PAKê bal kişand ser Peymana Otonomiyê û dibêje: “Roja 11.03.1970an Rêberatîya Şoreşa Başûrê Kurdistana(Partiya Demokrat a Kurdistanê) û Dewleta Iraqê(Partîya Baasê) Peymana Otonomiyê  îmza kirin, ku mafên gelê Kurdistanê yên îdarî, siyasî, aborî û çandî hatin naskirin û sîstema otonomiyê,  ango  sîstema xwe birêvebirinê hate damezrandin.Lê di navbeyna  çar salan de Rejîma Baasê pêwîstiyên vê peymanê bicîh neanî û şoreşa gelê Kurdistanê careke din dîsa destpê kir.”

PAK herwiha destnîşan dike: “Em di 60emîn salvegera Şoreşa Îlonê de, bi hest û bîr  û baweriyên xwe  yên neteweyî, niştimanî Şoreşa Îlonê weke şoreşa xwe dibînin û Mele Mustafa Barzaniyê nemir  û  hemû şehîd û kedkarên Şoreşa îlonê bi giramî bibîrtînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst