Li 9 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin

11-09-2021
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Qedexe PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ji ber operasyona dijî PKKê li 9 gund û mezrayan qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê ji ber operasyona dijî PKKê li 9 gund û mezrayan ji 11ê Îlona 2021ê demjimêr 03:30 heta biryareke din qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Di daxuyaniya Walîtiyê de tê gotin “Li gor agahiyên me wergirtine li nav sînorên gundên Îngol, Mîryanîs, Kaşikli, Lêrd, Kerece, Bonalca, Sîvî, Kasrîk û Rîdekê endamên PKKê ji xwe re cîh çêkirine û li herêmê dimînin. Li herêmê bi armanca ewlekariya welatiyan û girtina endamên PKKê ji 11ê Îlona 2021ê demjimêr 03:30an heta biryareke din qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.”

Li gor agahiyan li parêzgeha Bedlîsê herêma qedexe lê hatiye ragihandin operasyona leşkerî destpê kiriye lê heta niha derbarê encamên operasyonê ti agahî nehatine belav kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst