Malbata zarokên wan di bin dîwar de man: Me hişyarî dabû xwediyê malê

11-09-2021
Ferhad Dolemerî
Dîwarê hewşekê bi ser 4 zarokan de ket û 2 ji wan canê xwe ji dest dan
Dîwarê hewşekê bi ser 4 zarokan de ket û 2 ji wan canê xwe ji dest dan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Taxa Kesnezanê ya Hewlêrê dîwarê hewşa malekê bi ser 4 zarokên ji Kobanî herifî û di encamê de 2 zarokan canê xwe ji destan. Hat zanîn ku ew çar zarok xizmên hev in.

Li Hewlêrê îro Şemiyê 11ê Îlona 2021an derodara seat 11.00ê di encama herifîna dîwarê hewşa malekê de 2 zarokên ji Kobanî jiyana xwe ji dest dan û 2 jî bi giranî birîndar bûn û rewşa tendirustiya wan xerab e.

Heyder Mistefa ya 3 salî û Hêlîn Mazlûm a 5 salî jiyana xwe ji dest dan , Nesrîn Mazlûm a 8 salî û Rahaf Xelîlî yê 4 salî birîndar bûn.

Ew herçar zarokên ji Rojavayê Kurdistanê ku xizmên hev in û di dema ku li baxçeyê mala cîranê xwe dilîstin bi ser wan de herifî.

Nesrîn a dayika du zarokan e ku yek ji wan jiyana xwe ji dest da û yê din jî bi giranî birîndar bûû ji Rûdawê re got: "Du ji wan keçên min bû, yek mir û yan din jî birîndar e. Min ew hişyar kirin ku li ber wî dîwarî nelîzin, lê mixabin zarokekî min mir û ya din jî li nexweşxaneyê ye.”

Mamê zarokan got ku wan nêzî du sal berê ji cîranê xwe re gotine ku dîwarê di navbera wan de di xetereya hilweşînê de ye û p pêwîst e were çakkirin, lê kirêdar nexwest dîwar hilweşîne.

Mamê zarokan Ehmed got: "Me xwediyê xanî ji dîwarî agahdar kiribû. Me jê re got vî dîwarî hilweşînin. Lê razî nebûn." 

Cenazeyên her du zarokan li goristana Kasnazan hatin veşartin.

Malbat ev 7 sal in li bajarê Hewlêrê dijî û ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst