Mesrûr Barzanî: Şoreşa Îlonê hebûn û nasnameya gelê Kurdistanê ye

11-09-2021
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Başûrê Kurdistanê Şoreşa Îlonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 60emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê de peyamek belav kir û tekez kir, “Gelê Kurdistanê her tim piştîvanî ji rêbazên aştiyane û giftûgoyê kiriye bo bidest anîna mafên netewî.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de amaje bi wê dike, “Îro di 60mîn salvegera destpê kirina Şoreşa mezin ya Îlonê bi Rêberatiya Barzaniyê Nemir, bi rêzdarî ve, tevahiya wan pêşmergeyên qehreman û têkoşerên Kurdistanê bibîr tînin ku ji pêkhateyên cuda yên gelê Kurdistanê, di şoreşa seranserî ya Kurdistanê de beşdar bûne, ku çendîn destkeftên netewî û nîştimanî bidest aniye.”

Mesrûr Barzanî diyar dike, “Bîranîna şoreşa mezin ya Îlonê, bîr anîna dîroka berevanî, têkoşîn, qurbanîdan, parastina mafên gelê Kurdistanê, ji hebûn û nasnameya netewî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê ye” û tekez dike, “her çend gelê Kurdistanê her tim piştîvanî ji rêbazên aştiyane û giftûgoyê kiriye bo bidest anîna mafên netewî, lê bi îradeyeke bihêz jî , berevanî ji mafên xwe kiriye ku di encama berevanî û berxwedaniya gelê Kurdistanê de yek ji destkeftin mezin yê Şoreşa Îlonê, rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê bû, derkete holê, di encama rêkeftina han de rejîma Besê neçar ma hinek ji mafên netewî yên gelê Kurdistanê qebûl bike.”

Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî amaje bi wê jî dike, “Îro di demekê de Şoreşa Îlonê bibîr tînin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê berdewam e li ser rola xwe ya pêşengî di rêberatîkirina gelê Kurdistanê û berevanîkirin ji destkeftî û mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê.”

Mesrûr Barzanî dibêje, “Bi dehan sal e ku Partiya Demokrat a Kurdistanê her tim çavkaniya hêvî û parêzvanê rastîn ya destkeftî û mafên xelkê Kurdistanê ye û herwiha faktereke bihêz ya diliniyayî, aramî û avedaniyê ye.”

Di peyama xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi hilbijartinên Iraqê jî kir û got, “Ji ber vê çendê di erefeya hilbijartinên parlementoya Iraqê de, em piştrast in ku xelkê Kurdistanê baweriya xwe ya bihêz bi PDKê û peyama netewî û nîştimanî dubare dike, daku rêberatîkirina karwanê gelê Kurdistanê bidomîne bo bidestxistina destkeftên zêdetir û pêşerojeke geş û Kurdistaneke bihêz. Silav bo rihê paqêj ya şehîdên Şoreşa Îlonê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst