Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê şoreşeke resen û xwemalî ya Kurdistanê bû

11-09-2021
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî Şoreşa Îlonê Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi mabesta 60emîn salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û tê de dibêje “Şoreşa Îlonê şoreşeke resen û xwemalî ya Kurdistanê bû.”

Serok Mesûd Barzanî ji bo bîranîna 60 saliya hilpêkirina şoreşa mezin a Îlonê peyamek da û tê de ragihand ku Şoreşa Îlonê îrade û bawerî bi xwebûnê li mirovê Kurd vegerand.

Serok Barzanî di peyama xwe ya bo salvegera Şoreşa Îlone de got “Şoreşa mezina Îlonê bi rêberiya cenabê Barzaniyê Nemir mezintirîn şoreşa siyasî û çekdarî û seranseriya gelê Kurdistanê bû bi navê mafên neteweyî û medeniyên gelê Kurdistanê. Şoreşa Îlonê îrade û bawerî bi xwebûnê li mirovê Kurd vegerand û bû bingeheke bi hêz ya siyasî û fikrî û cemawerî ya xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî sîtem û dagîrkeriyê.”

Serok Barzanî tekez kir ku Şoreşa Îlonê şoreşeke resen û xwemaliya Kurdistanê ye û wiha got “ Di Şoreşa Îlonê de hemû çînên civaka Kurdistanî li netewe û olên cûda, li hemû navçeyên Kurdistanê bi hevre palpiştiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn û ji bo yek armanca pîroz xebatê kirin. Her eve jî bû sedema wê yekê ku serwerî û dîrok û destkeftên mezin ji bo gelê Kurdistanê bê tomar kirin û li ser asta navçeyê û cîhanê deng veda.”

Serok Barzanî got jî “Hemû ew destkeft û têkoşîn û geşbûna siyasiya li Kurdistanê da pêkhat dirêjahiya qurbanîdan û têkoşîna gedeyên gelê me ya li şoreşa Îlonê da bû. Ji bo wê yekê wane û bihayên wê şoreşa mezin divê ji bo me hemûyan bi bilindî bimîne û bibe ronahiya rêya me ya paşerojê.

Serok Barzanî peyama xwe wiha domand “Li bîranîna şêst saliya hilpêkirina şoreşa Îlonê da, rêz û pêzanînên min ji bo wan hemû qehreman û xebatkar û kedkaran heye ku li şoreşa Îlonê da rola wan hebû û qurbaniyê dan, çi ewên li nav me da nemane û ewên ku hê jî li jiyanê da mane.

Li vê bîranîna pîroz da hezaran silav li giyanê pakê şehîdên şoreşa Îlonê û hemû şehîdên rêya azadiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst