Şeş bircên Sûra Amedê tên nûjenkirin

11-09-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Karê nûjenkirina 6 bircên Sûra Amedê destpê kiriye.
Karê nûjenkirina 6 bircên Sûra Amedê destpê kiriye.
Nîşan Amed Sûra Amedê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bircên Amedê ku di nava lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digre, xebatên nûjenkirina 6 bircan dest pê kir. Ji bo nûjenkirinê 9 milyon lîreyê tirk budçe hate veqetandin. Serkêşên nûjenkirinê dibêjin ew bi tîmeke profesyonel dê van bircan nûjen bikin. Lê pisporên ku berê bi vî karî re eleqedar bûne di wê baweriyê de ne ku nûjenkirina bircan bêyî plana masterê tê kirin.

Bi biryara Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê li ser sûrên Amedê xebata nûjenkirina bircan dest pê kir.

Bircên Amedê ku beriya 3 hezar salan hatine lêkirin û ji 33 şaristaniyan re mazovaniyê kiriye, beriya 5 salan ketibû nava lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê.  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Walîtî û Wezareta Çand û Turîzmê ji bo nûjenkirina 6 bircan 9 milyon lîreyê tirk veqetandin. Birc dê di nava 500 rojan de bêne nûjenkirin.

Mehmet Karaaslan, Cîgirê Serokê Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê xebatên nûjenkirina bircên Amedê de ji Rûdawê re ragihand: Bircên Diyarbekirê heta niha ji gelek şaristaniyan re mazovaniyê kirine. Em gav bi gav van bircan nûjen dikin û hewl didin heta heta bimîne. Me tîmeke ku ji 5 kesan pêk tê, ya kontrolê ava kir. Herwiha me lijneyeke zanayan ku ji akademîsyenên zanîngehê pêk tên ava kir. Li derdora bircan jî xaniyên qaçax hene zirarê didin xweşikiya bircan. Em ê wan jî dest deynin ser û bi temamî rakin.

Nevîn Soyukaya yek ji wan serkêşan e ku kedeke zêde daye bircên Amedê da ku bikeve nava lîsteya UNESCO'yê. Lê ew weke şaredariyê ewqas ne geşbîn e. Ew dixwaze xebata nûjenkirinê bi hesasiyeta arkeologek bê kirin û bircên Amedê bi tu awayî ji reseniya xwe dûr nekevin.

Arkeolog, Nevîn Soyukaya ji Rûdawê re got: Niha di serê min de pirsên bê bersiv hene. Hêvîdar im saziyên pêwendîdar derkevin û bibêjin me plana masterê ya bircan derxistiye û ev xebat li gorî vê plana masterê tê birêvebirin. Lê bawer nakim bikaribin daxuyaniyeke wiha bidin. Ji ber ez di wê baweriyê de me ku plana masterê ya bircan çênekirine.”

Sûr an jî bircên Amedê piştî sûrên Çînê li cîhanê dirêjtirin sûr e ku dirêjahiya wê ji 5 hezar 200 metreyan pêk tê. Heta niha bi dirêjahiya 599 metre hilweşiyaye an jî hatiye hilweşandin. Bilindahiya bircên Amedê ku di dema xwe de ji bo parastina bajêr hatine çêkirin li hin cihan 8 û li hin cihan jî 22 metre ye. Bi tevahî 8 deriyên bircan hene. Heta serê sedsala 20'an jî bi şev deriyên bircan ji çûn û hatinê re dihatin girtin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst