Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Îlonê redkirina zilma li ser gelê me bû

11-09-2020
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Şoreşa Îlonê Kurdistan Gelê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 59emîn salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û got, “Şoreşa Îlonê redkirina wê zilm, sitem û rastiya tehl bû ku li ser gelê me hatibû sepandin.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Îro bi rûmet em ve bîranîna 59 saliya şoreşa mezina Îlonê dikin ku di demeke dijwar de û ji bo berevaniya li mayîn û mafê gelê Kurdistanê bi rêberayetiya Mistefa Barzaniyê Nemir û bi piştevaniya têkoşerên pêşeng û xebatkarên gelê me dilsoz hilpêkir.”

Nêçêrvan Barzanî tekez dike, “Şoreşa Îlonê redkirina wê zilm, sitem û rastiya tehl bû ku li ser gelê me hatibû sepandin. Her ji bo wê yekê jî hemû zarok û gedeyên gelê Kurdistanê bi hemû netewe û ol û çîn û tiwêj û navçeyên cûda cûda, di bin ala şoreşê de civiyan, hemû şiyanên xwe yekxistin û heta gihîştina armancan li berxwedan û rêkeftinnameya 11ê Adarê da destpêka mafên rewayên gelê Kurdistanê bi dest ve anîn û her ew jî bûye bingeha pêkanîna destkeftên piştî wê.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Baştirîn wane û penda ku ji wê şoreşa mezin da werbigrîn ew e, ji bilî têkoşîn û berxwedan û serdaçûna dijwariyan, tebayî û yekrêzî û kombûna me ye di bin yek sîwan û kepirê de û bi navê yek armancê wekî take rêya gihîştina bi hêvî û armancên me yên rewa bû.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê di wê peyama xwe de dibêje, “Di bîranîna vê şoreşa mezin de ku bûye xwendingehek ji bo hizr û bîra azadîxwazî û niştimanperwerî û nexşerêya têkoşîna ji bo nifşên dawiyê, silav û rêz ji bo şehîdan û cangoriyên şoreşê û wan hemû têkoşer û Pêşmergeyên pêşengên li wê dema dijwar de rêya xebatê nîşana gelê me dan û tovê hêviyê çandin û bi wê navê jiyan û canê xwe gorî kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst