Serok Barzanî: Têkoşîna gelê Kurdistanê berdewamiya Şoreşa Îlonê ye

11-09-2020
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî Şoreşa Îlonê Kurdistan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 59 sal di ser Şoreşa Îlonê re derbas bûn û Serok Mesûd Barzanî dibêje, “têkoşîna gelê Kurdistanê ji wê demê heta niha heye hemû encam û berdewamiya hêz û berfirehiya şoreşa mezin a Îlonê ye.”

Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya salvegera Şoreşa Îlonê belav kir û got, “Pêncî û neh sal berî niha li rojekê wekî îro mezintirîn şoreşa siyasî û çekdarî û civakî ya gelê Kurdistanê li Iraqê bi navê berevanîkirina li mafên rewa yên gelê Kurdistanê hilpêkir.”

Serok Barzanî dibêje, “Şoreşa mezin a Îlonê şoreşeke seranserî ya hemû navçeyên cuda cudayên Kurdistanê û hemû çîn û tiwêj û hemû pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê bû. Her çende destkeft û xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê ji wê demê heta niha heye hemû encam û berdewamiya hêz û berfirehiya şoreşa mezin a Îlonê ye.”

Her di peyama xwe de Serok Barzanî dibêje, “Şoreşa Îlonê xwendingehek jî bû, ji bo pêgihandina xebatkar û têkoşerên seranserê Kurdistanê. Ew şoreş îrade û bawerî bi xwebûnê ji bo gelê Kurdistanê vegerand û ji bo neyarên gelê Kurdistanê jî selmandin ku nikarin li rêya îhmalkirin û zordarî û sîtemkariyê wiha li xelkê Kurdistanê bikin destberdarê mafên xwe bin.”

Serok Barzanî tekez dike, “Şoreşa Îlonê ji bo wê yekê di dîroka xebata gelê me de pir girîng e, ji ber ku di yek navçeyekê de nehate kurtkirin û rêkxistin û bîr û bawerî û Pêşmergebûnê û hêviya kûrahiya dilê xebatkar û têkoşerên Kurdistanê nêzîkî hevdû kir.”

Herwiha Serok Barzanî dibêje, “Di vê bîranîna pîroz de em tekez li wê yekê dikin ku biha û hêz û tîhniya Şoreşa Îlonê em tu demekê ji bîr nakin û ew çiraya rêya xebata gelê me dimîne. Pêzanînên min ji bo xebat û keda hemû şoreşger û Pêşmerge û kadîrên Şoreşa Îlonê heye çi jin û çi zilam ku qehremanane rola wan di vê şoreşa mezin de hebû. Hezaran silav li giyanê pak ê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên rêya azadiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst