Li Wanê şer: Yek jê efser 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

11-09-2020
RÛDAW
Nîşan Wan Leşkerên Tirkiyê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li Wanê 3 leşkerên wan di şerekî li gel gerîlayên PKKê de hatine kuştin ku yek ji wan efser bûye. Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di wî şerî de 3 gerîlayên PKKê jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê şer û pevçûnên li gel gerîlayên PKKê de daxuyaniyek belav kir.

Ew wezareta amaje bi wê dike, leşkerên wan li çoltera navçeya Şax a Wanê operasyonek dabûn destpêkirin û diyar dike îro di çarçova wê operasyonê de pevçûnekê li gel gerîlayên PKKê rû daye.

Her li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di encama şer û pevçûnên li wê deverê, efserek û 2 leşkerên wan hatine kuştin.

 Wezareta Navxwe ya Tirkiyê belav kiriye ku di wî şerî de 3 gerîlayên PKKê jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê berî niha daxuyaniyek belav kiribû û li gor wê daxuyaniyê hêzên wan ji roja 13ê Tîrmeha îsal ve rêzeoperasyonên Birûsk (bi tirkî Yildirim) li bajarên Bakurê Kurdistanê li dijî gerîlayên PKKê dane destpêkirin.

Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di çarçoveya wan operasyonan de ku heta niha 10 operasyonên cuda yên Birûsk hatine encamdan, 54 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Li gor heman daxuyaniyê, di heman dema destnîşankirî de 24 kes jî bi tohmeta hevkariya gerîlayên PKKê hatine desteserkirin.

Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, heta niha amarek giştî derbarê operasyonên Birûsk de belav nekiriye.

Lê belê HPGê roja Pêncşemê ragihand, roja 8ê Îlonê li navçeya Kato Jîrka ya ser bi Bêşebabê ve serbazekî Tirkiyê di êrîşa hêzên wan de hatiye kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst