Berhem Salih bo Kazimî: Derfeteke dîrokî derketiye pêş ji bo çareserkirina pirsgirêkan

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Silêmanî kir û li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih kom bû.

Li gor daxuyaniya Serokomariya Iraqê, Berhem Salih ji Kazimî re ragihandiye, “Derfeteke dîrokî ji bo çareserkirina pirsgirêkên paşxistî yên di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê derketiye pêş.”

Serokomariya Iraqê behsa wê yekê jî kiriye, “çareseriyeke dadperwerane û yasayî bo pirsgirêkan dikare garantiya wê bide, budca hikûmeta navendî û çavkaniyên darayî yên Herêam Kurdistanê digihine wan kesên şayiste.”