PAK: Şoreşa Îlonê ji nû ve agirê vejîna Kurdayetiyê pêxist

11-09-2019
RÛDAW
Nîşan Şoreşa Îlonê PAK Mele Mistefa Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi helkefta 58mîn salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir. PAK di peyama xwe de dibêje: “Şoreşa îlonê, hêvî û hest û bîr  û bawerîya netewî, niştimanî careke din li her çar perçeyên Kurdistanê vejand.”

58 sal berê weke îro roja 11 Îlona sala 1961an, gelê Başûrê Kurdistanê bi rêbertiya Mele Mistefa Barzaniyê Nemir, li dijî hikûmeta wê serdemê ya Iraqê dest bi xebat û şerê çekdarî kir, ku di nava tevgera siyasî û rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de weke Şoreşa Îlonê tê naskirin.

PAKê bi helkeftê peyamek belav kir û têde dibêje: “Piştî ku berxwedana Dêrsimê bi jenosîdeke mezin hate pelçiqandin û piştî ku Komara Kurdistanê(Komara Mehabadê) hate rûxandin, demeke dirêj ewrên reş, bêdengî û  şikesteke mezin xwe berda ser ezmanê her çar perçeyên Kurdistanê.

Şoreşa îlonê, pêl û bahozeke xurt û mezin bû ku ev ewrên reş ji ser ezmanê her çar perçeyên Kurdistanê dûr xist; hêvî û hest û bîr  û bawerîya netewî, niştimanî careke din li her çar perçeyên Kurdistanê vejand.”

PAK şoreşa Îlonê weke şoreşa her çar perçeyên Kurdistanê bi nav dike û dibêje: “Şoreşa Îlonê  li her çar perçeyên Kurdistanê, li her çar aliyê cîhanê  ji nû ve agirê vejîna  Kurdayetyê pêxist. Piştî Şoreşa Îlonê 9 salan,  piştî serîhildana gelê me ya qehremanane, dewleta Iraqê paşde gav avêt û naçar ma ku li gel  Mele Mustafa Barzaniyê Nemir rûne.”

PAK diyar dike ku ew bi hest û bîr  û baweriyên xwe  yên netewî, niştimanî Şoreşa Îlonê weke şoreşa xwe dibînin û Mele Mistafa Barzaniyê Nemir û hemû şehîd û kedkarên Şoreşa Îlonê bi giramî bibîr tînin.

Roja 11.03.1970an Rêveratîya Şoreşa Başûrê Kurdistanê (Partiya Demokrata Kurdistanê) û dewleta Iraqê Peymana Otonomiyê  îmza kirin, ku mafên gelê Kurdistanê yên îdarî, siyasî, aborî û çandî hatin naskirin û sîstema otonomyê,  ango  sîstema xwe birêvebirinê hate damezrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst